Agırî: Cerdevanekî hevjîn û bûrayê xwe kuştin

Li navçeya Panosê ya Agiriyê, cerdevanekî hevjîn û bûrayê xwe kuştin û xesûya xwe û hevjîna bûrayê xwe jî birîndar kirin.

11 Îlon 2023 - 09:35
11 Îlon 2023 - 09:35
 0
Agırî: Cerdevanekî hevjîn û bûrayê xwe kuştin

Cerdevanê bi navê Metîn Tunç şeva borî ji bo ku bi hevjîna xwe ya ji malê çûbû re biaxive çû mala xezûrê xwe.

Di navbera Metîn Tunç û malbata hevjîna wî de ku di heman demê de xizmên wî ne nîqaş derket.

Metîn Tunç bi demançeyê hevjîna xwe Bîrsen Tunç û bûrayê xwe Fecrî Tunç kuştin.

Wî cerdevanî xesûya xwe Xanim Tunç û hevjîna bûrayê xwe Nuriye Tunç jî birîndar kirin û ji cihê bûyerê reviya.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Xanim Tunç û Nuriye Tunç birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê.

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina Metîn Tunç dest bi xebatan kir.

Ev nûçe bi tevahî 882 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:11:37