Agirî: Termê du çiyagerên winda hat dîtin
Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê termê du çiyagerên ku li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hat dîtin.

Li gorî zanyariyan rêberê geştyariyê yê xwecihî Barzanî Ceylan û hevalekî wî ji bo dîtina 2 çiyagerên winda şeva borî bi Çiyayê Agirî ve hilkişiyane.
Termê çiyageran bi navê Dîlek Gokbulak û Muhammed Halim Dalgin di bilindahiya 4 hezar û 900 metreyan de hatiye dîtin.
Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ji bo daxistina termê her du kesan dest bi kar û xebatê kir.
20ê Tîrmeha 2024an grûpeke çiyager bi armanca derketina lûtkeya Çiyayê Agiriyê ku bilindahiya wê 5 hezar û 137 metre ye derketibû rê.
Lê ji ber pûk û mijê li 5 hezar û 50 metreyî de 2 kes asê mabûn û piştre winda bûbûn.
Nûvekirina herî dawî: 13:47:40