Alîkarê Serokê MHPyê li ser berdana Demîrtaş daxuyanî da
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz, derbarê benda berdana Selahattîn Demîrtaş de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr anî û got, "Heta ku xala 90emîn a Destûrê hebe, bê guman divê hinek tişt bên kirin."

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz, derbarê benda berdana Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê de daxuyaniyeke balkêş da.
"Divê hinek tişt bên kirin"
Yildiz ji CNN Turkê re li ser mijarê axivî û got:
"Ez dozê nizanim. Tişta ku ez dizanim biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene.
Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rasterast bi destûra me ve girêdayî ne.
Xala 90emîn a destûra me dibêje, 'Divê li gorî peymanên navneteweyî yên ku li gorî rêgezê hatine qebûlkirin tevbigerin.'
Yanî heta ku xala 90emîn a Destûrê hebe, ez di wê baweriyê de me ku bê guman divê hinek tişt bên kirin."
"Efûya giştî nabe"
Yildiz pirsa "Gelo dê efûyeke giştî hebe?" wiha bersivand:
"Li Tirkiyeyê şert û mercên efûya giştî nînin. Efûya giştî nabe. Lê belê pêdivî bi rêziknameyeke derbarê kêmkirina cezayan, rêkxistina înfazan û wekheviyê de heye.
Me berê jî gotiye. Li Tirkiyeyê şert û mercên efûya giştî nînin. Efûya giştî nabe.
Lê pêdivî bi rêziknameyeke derbarê kêmkirina cezayan, rêkxistina înfazan û wekheviyê de heye. Di vê serdemê de teqez divê gav bên avêtin."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana derbarê Selahattîn Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve girtî ye de biryara binpêkirinê dabû û gotibû, "Ji ber armancên siyasî hatiye girtin."
Karaman: Divê Demîrtaş û hevalên wî bên berdan
Parêzerê Selahattîn Demîrtaş Mahsûnî Karaman jî di daxuyaniya xwe ya doh de amaje bi biryara dawî ya binpêkirinê ya DMMEyê kir û diyar kir ku 8ê Çiriya Pêşîn a 2025an krîtîk e.
Karaman got, "Divê Daîreya Îstînafê demildest dosyeyê lêkolîn bike û wekî pêwîstiya hiqûqê birêz Demîrtaş û hevalên wî berde" û ji bo berdana Demîrtaş bang kir û ev tişt gotin:
“Ji aliyê din ve wekî pêwîstiya pêbaweriya pêvajoya çareseriyê ya ku bi hemû germahiya xwe û bi awayekî bi tedbîr tê meşandin, berdana girtiyên Kobaniyê pêwîst e û heta teqez e.
Wisa ku çawa MHPyê serî li îstînafê neda, dê watedar be ku hikûmet jî îtîrazî biryara DMMEyê neke ku dema wê 8ê Çiriya Pêşîn a 2025an bi dawî dibe.
Jixwe bi biryara berê ya Daîreya Mezin a DMMEyê jî eşkere ye ku îtîrazên bi vî rengî dê ji aliyê DMMEyê ve neyên qebûlkirin.
Gerek wekî pêwîstiya hiqûqa herêmî û navneteweyî, gerek jî ji bo xurtkirina pêbaweriya pêvajoya aştî û biratiyê, divê bê zanîn ku bendewariyeke me ya xurt heye ku Daîreya Îstînafê dê bi lezgînî dosyeya Kobaniyê lêkolîn bike û derbarê birêz Demîrtaş û hevalên wî de biryara berdanê bide.”
Nûvekirina herî dawî: 01:18:45