Amerîka: Em ji teslîmata S-400an bi tirs in!

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got ku em bi tirs in ku di sala 2019an de Rûsya moşekên S-400an teslîmî Tirkiyê bike.

24 Tebax 2018 - 03:23
24 Tebax 2018 - 03:23
 0
Amerîka: Em ji teslîmata S-400an bi tirs in!

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna çapemeniyê de axivî û li ser pirseke ku dibêje, di sala 2019an de Rûsya wê moşekên S-400an teslîmî Tirkiyê bike; Nauert wiha bersiv da. Min bi xwe agahiyeke wiha nebihîstiye; lê belê heke rast be, ev yek me ditirsîne. Lewra ji aliyê Tirkiyê ve bikaranîn S-400an li dijî siyseta me ye. Em naxwazin ku muttefîkên me S-400an bikirin.

Ev nûçe bi tevahî 1232 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:54:45