Ji bo avakirina hukûmetê 3 şertên Kurdan hene!

Li Iraqê aliyên siyasî ji bo ku hukûmetê ava bikin, bênavber tevdigerin. Lê ji bo avakirina hukûmetê hewceyiya her aliyî bi Kurdan heye.

25 Tebax 2018 - 05:59
25 Tebax 2018 - 05:59
 0
Ji bo avakirina hukûmetê 3 şertên Kurdan hene!

Ji bo avakirina hukûmetê hemî aliyên siyasî yên Iraqê dixwazin ku Kurdan bikişînin cem xwe. Piştî van geşedanan, Kurdan ji bo ku tevlî hukûmetê bibin, şertên xwe eşkere kirin. Her sê şertên Kurdan jî ev in: Divê li herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî tixûbên Kurdistanê mane, madeya 140î were aktîfkirin û referandûm li wan herêman were kirin. Ji xeynî vê jî divê mijara budçeyê û neftê jî were çareserkirin.

Di derbarê mijarê de endamê Koalîsyona Fetîhê Felah Hasan axivî û got ku li gorî min şertên Kurdan zehmet in. Di derbarê Kerkûk, madeya 140î, neft û pêşmergeyan de em bi Kurdan re muzakereyan dewam dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1113 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:56:10