Amerîka pêşwaziya lihevkirina Hewlêr û Bexdayê bo hinardekirina petrolê dike
Wezareta Derve ya Amerîkayê bizavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bilind nirxandin. Herwesa got, "Lihevkirina destpêkirina hinardekirina petrolê bi pêşengiya Waşintonê hatiye kirin."

Wezareta Derve ya Amerîkayê doh (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) di ragihandinekê de pêşwaziya lihevkirina di navbera herdu Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê kir.
Wê wezaretê amaje jî da ku, ew lihevkirin bi pêşengiya Amerîkayê hatiye kirin, ku dê feydeyî bigihîne Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di wê ragihandinê de bizavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo merema bidestxistina lihevkirina hinardekirina petrolê bilind nirxandin.
Wezareta navbirî tekez jî kir ku, ew lihevkirin dê bibe sedema zêdetir xurtkirina têkiliyên aborî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de, herwesa dê bibe sedema zêdetir veberhênanê ji aliyê şîrketên Amerîkayî ve li Iraqê.
Wezareta Petrolê ya Iraqê jî her îro di ragehandinekê de amaje da, “Me bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê re li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê li hev kir.”
Wezareta navbirî mekanîzma hinardekirina petrolê ron kir û got ku, hemî petrola Herêma Kurdistanê radestî şîrketa SOMOyê tê kirin, ew şîrket jî dê bi rêya bendera Ceyhanê hinarde bike sûkên cîhanê, ji bilî petrola mayî ku Herêma Kurdistanê dê li navxwe bi bi kar bîne.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve di ragihandinekê de eşkere kir ku, wan bi Wezareta Petrolê ya Federal û şîrketên petrolê re li ser hinardekirina petrolê li hev kiriye.
Wezareta navbirî amaje jî da ku, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di 48 saetên bê tê destpêkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her îro li ser lihevkirina petrolê ragihand, “Ev peyman destkeftiya westiyan û bizavên zêde yên tîm û şandên hemî aliyan bûye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa destxweşî li her kesî û bi taybetî jî xelkê xweragir ê Kurdistanê kir û got, “Di vê roja dîrokî de, bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê astengiyeke mezin ji pêşiya dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hat rakirin.”
Nûvekirina herî dawî: 12:56:04