Tom Barrack: Em ji bo Sûriyeyê federalîzmê dîkte nakin
Tom Barrack ji Rûdawê re ragihand ku ew derbarê daxwazên Kurdan ên ji bo otonomiyê li Sûriyeyê "geşbîn" e lê tekez kir ku Amerîka sîstemeke federal li ser Sûriyeyê ferz nake.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack her wiha hevdîtina di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de wekî "ji baş jî baştir" û "ecêb erênî" bi nav kir.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.
Tom Barrack amaje bi wê yekê kir ku daxwaza otonomiyê ne tenê ya Kurdan e, ya hemû pêkhate û kêmîneyên din ên Sûriyeyê ye û da zanîn, ew bawer dike ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê vê rastiyê qebûl dike.
Barrack diyar kir ku pêkhate dixwazin "sîstema xwe ya perwerdeyê, zimanê xwe û merasîmên xwe yên olî bi rûmet bin" û naxwazin wekî "çîneke duyem a Sûriyeyê" werin dîtin.
Barrack da zanîn ku niha li ser avakirina "hikûmeteke navendî ku ne federasyon be lê di heman demê de maf û derfetan bide hemû pêkhateyan" tê xebitîn.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bûyerên li Siweydayê ku tê de pêkhateya Durzî rastî êrişan hatibû, wekî "mixabanî" û "astengiyeke di rê de" bi nav kir û got:
"Kes naxwaze ew berdewam bike. Em hemû dixebitin ku wê çareser bikin."
Barrack piştrast kir ku ev mijarên girêdayî Sûriyeyê di hevdîtina bi Recep Tayyîp Erdogan re de jî hatine gotûbêjkirin.
Ev hevdîtin piştî civîna Trump û Erdogan a li Koşka Spî pêk hat.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack re:
Balyoz, dema Serok derket, min jê pirsî: Civîn çawa bû, û wî got, civîneke baş bû. Ev civîn çi qasî baş bû, nêrîna we li ser wê çi ye?
Tom Barrack: Ez bawer im ji baş jî baştir bû. Bi nêrîna min a mutewazî, du serkirdeyên ecêb, ji beşên gelekî cuda yên cîhanê, bi hinek nêrînên cuda lê têgihiştin û rêzeke wan a rasteqîn ji bo hev heye. Ji ber vê yekê, hemû mijar û pirsên ku ji wan re hatin pêşkêşkirin hatin çareserkirin û ez bawer im hûn dê bibînin ku encama civînê bi awayekî ecêb erênî bû. Ez bi her du aliyan serbilind bûm.
Ji ber ku hûn nûnerê taybet ê Sûriyeyê ne jî, ez dê pirsan li ser Sûriyeyê bikim. Hûn niha li Sûriyeyê di çi qonaxê de ne, bi taybetî dema mijar dibe entegrasyona HSDyê di nav sîstemên nû yên parastina Sûriyeyê de? Hûn li ser vê yekê geşbîn in û hûn çawa li daxwaza Kurdan a ji bo otonomiyeke zêdetir li Sûriyeyê dinêrin?
Ez li ser hemûyan geşbîn im. Mijara otonomiya zêdetir ji bo her fraksiyon an her kêmîneyê ye, ku ez bawer dikim hikûmeta nû qebûl dike ku ew sîstema xwe ya perwerdeyê, zimanê xwe û merasîmên xwe yên olî dixwazin ku bi rûmet bin. Ew naxwazin wekî çîneke duyem a Sûriyeyê werin dîtin. Ji ber vê yekê, ev hewceyî mîmariyekê ye ku hûn çawa hikûmeteke navendî ava dikin ku ne federasyon be lê di heman demê de maf û derfetê bide hemû wan fraksiyonan? Ez bawer im ev diqewime. Ev mixabinî ye. Divê bi astengiyên di rê de biqewime. Ji ber vê yekê tiştê ku li Siwêdayê qewimî zû bû. Mixabinî bû. Kes naxwaze ew berdewam bike. Em hemû ji bo çareserkirina wê dixebitin. Ez bawer dikim heta dawiya salê, ew cure mîmarî ya ku dê biqewime dê pêk were; ango hûn çawa hemû fraksiyon û kêmîneyên cuda bi awayekî ewle û saxlem tevlî dikin. Ew hewl didin bikin. Ez geşbîn im ku bi alîkariyê ew dikarin bikin.
Min ji we bihîst ku hûn dan û standinên di navbera Sûriyeyî û Kurdan de dîkte nakin lê li herêmê hinek şirove hene ji ber ku we got, dibe ku federalîzm nebe, ew difikirin ku ev helwesta Amerîkayê ye û ew li Sûriyeyê dîkte dikin ku hûn naxwazin federalîzm hebe, hikûmeteke navendî hebe. Hûn dikarin vê yekê ji temaşevanên me re zelal bikin? Û ya duyem, hûn çawa li tirsa Kurdan dinêrin dema ku ew difikirin dibe ku ew bi komên milîs ên li Sûriyeyê re rûbirûyê heman rewşa Durzî û Elewiyan bibin?
Binêre, nêrîna vî serokî, serkarê min, hêsan e. Ew aştî û bextewariyê ji bo her kesî dixwaze. Her wiha ew dibîne ku dîktatoriyên kolonyal ên 100 salên dawî têk çûne. Niyeta wî nîne ku sîstemeke Amerîkî, Ewropî, Asyayî yan jî Brîtanî li ser kesî ferz bike. Armanca wî ne ev e. Armanca wî tenê ew e ku rê bide her herêmê da ku çarenivîsa xwe diyar bike. Û tiştê ku wî kiriye ev e. Wî ceza rakirin. Hinekî ji ya ku wî texmîn dikir dirêjtir kişand, û got, 'hûn li herêmê biryarê bidin ka hûn dixwazin çi bibe.' Ev e. Ji ber vê yekê em dê rêberiyê bikin, em dê alîkariyê bikin, em dê we îqna bikin, em dê we jêhatî bikin lê em tiştekî dîkte nakin.
Rûdaw: We ev yek di hevdîtina xwe ya bi Serok Erdogan re de gotûbêj kir?
Erê, helbet.
Û helwesta Tirkiyeyê li ser rola we ya di anîna aştiyê ji Sûriyeya nû re û avakirina hikûmeteke ku berfireh be û her kes xwe tê de bibîne, çi ye?
Tom Barrack: Baş e, tu gelek tiştan li daxwazên xwe zêde dikî, ne wisa? Ew ne tam...
Ez tenê pirsan dikim.
Pirs ew bû, çawa derbas bû? Baş derbas bû, ev bersiva min e.
Nûvekirina herî dawî: 11:53:09