Amerîkayê gef li Îranê xwarin ku dê hêza leşkerî li dijî wan bikarbîne

Nûnerê Amerîkayê yê karûbarên Îranê Rob Malley teqez kir ku armanca erkdariya wî ya ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve, ji bo yekxistina helwêstê welatên Ewrupa ye li hember Tehranê û rêgirî kirine ji bo Îran nikaribe çekên atomî bidest bixe.

1 Mijdar 2022 - 04:43
1 Mijdar 2022 - 04:43
 0
Amerîkayê gef li Îranê xwarin ku dê hêza leşkerî li dijî wan bikarbîne

Rob Malley ji çapemeniya cîhanê re ragehand: ‘’Helgirtina çekên atomî ji aliyê Tehranê ve dê bibe sedemê têkdana asayîşa cîhnê û ew yek jî ji aliyê Washingtonê ve nayê qebûl kirin.

Rob Malley diyar kir: ‘’Biden dîplomasiya li gel Îranê baştir dibîne, lê eger dîplomasiyê şikest xwar, wê demê helbijardeya leşkerî jî emê gotûbêj bikin, bi taybet ji bo rêgiriya li Îranê ku nikaribe çekên atomî bidest bixe.’’

Ev nûçe bi tevahî 608 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:53:52