Dîdara MERI: Mesrûr Barzanî dê derbarê pirsên giring de biaxive
Îro li bajarê Hewlêrê dê Dîdara MERI ya bi serenava ‘’Iraq bo hemûyan’’ destpê dike

Îro li bajarê Hewlêrê dê Dîdara MERI ya bi serenava ‘’Iraq bo hemûyan’’ destpê dike, ku dê 12 panel di vê dîdarê de pêkbên û Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Iraqê jî dê axaftvanên serekî bin.
Serokê Peymangeha Rojhilata Navîn a Lêkolînan (MERI) Dr. Dilawer Eladîn derbarê serenava dîdarê de got: ‘’Divê Iraqê bibe ya hemûyan û herkesê’’
Dr. Dilawer Eladîn got: Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Cîgirên wan û li gel rêveberên siyasî û herwaha nav şîeyan de jî beşek ji Çarçoveya Hemahengî û Sedrî jî beşdar dibin û ji sunneyan jî rêveber dê dîdarê de amade bin.
Di mijareke serekî û giringa dîdarê de jî ku dê demjimêr 17:25ê êvari Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî panela heftemîn bibe û ew jî derbarê bi serenava ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi paşerojê ve’’ ye û dê derbarê stratejî, astengî û derfetan de biaxive.
Dîdara MERI dê îro û sibe berdewam bike.
Nûvekirina herî dawî: 19:29:44