Amerîkayê nîgeraniya xwe li hember niyeta Tirkiyê ragihand

Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ragihand û daxwaz kir ku agirbest neyê xerakirin.

1 Hezîran 2022 - 02:58
1 Hezîran 2022 - 02:58
 0
Amerîkayê nîgeraniya xwe li hember niyeta Tirkiyê ragihand

Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ragihand û daxwaz kir ku agirbest neyê xerakirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de li ser plana Tirkiyê ya ji bo encamdana operasyoneke din a serbazî li Rojavayê Kurdistanê got: “Em ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên li bakurê Sûriyê nîgeran in û em piştevaniya parastina agirbestê dikin.”

Hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, di demeke nêz de li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyoneke din a serbazî dikin bi kûrahiya 30 kîlometre.

Ev nûçe bi tevahî 624 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:09:01