Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo Elî Zeydî û hikûmeta nû ya Iraqê ragihand

Nûnertiya dîplomatîk a Amerîkayê li Iraqê, piştgiriya welatê xwe ji bo Elî Zeydî yê ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye raspartin, nîşan da.

29 Avrêl 2026 - 10:42
29 Avrêl 2026 - 10:42
 0
Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo Elî Zeydî û hikûmeta nû ya Iraqê ragihand

Nûnertiya Amerîkayê îro 29ê Nîsanê bi rêya peyamekê li ser tora civakî "X" ragihand: "Amerîka piştgiriya hewildanên Zeydî dike ji bo pêkanîna hikûmeteke ku bikaribe hêviyên gelê Iraqê yên ji bo pêşerojeke geş û aram bi cih bîne." 

Herwiha diyar kir jî, Washington bi gelê Iraqê re hevsoz e û ji bo gihîştina bi armancên hevbeş pabend e.

Nûnertiya Amerîkayê destnîşan kir, parastina serweriya Iraqê, bihêzkirina ewlehiyê, dûrxistina metirsiya terorê û avakirina aboriyeke xurt, divê ji karên herî pêşîn ên qonaxa nû bin. 

Washingtonê hêvî xwest ku ev gav bibe sedema destkeftiyên berçav û berjewendiyên hevbeş ji bo her du gelên Amerîka û Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 27ê Nîsanê ragihandibû, ji ber nebûna lihevkirinê di navbera hêzên Çarçoveya Hevahengiyê de, wî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî li ser kandîdkirina Elî Zeydî li hev kiriye. 

Herwiha hat zanîn, ev pêşniyaza Sûdanî û Malîkî ya ji bo berbijarkirina Elî Zeydî, paşê di nava hemû aliyên Çarçoveya Hevahengiyê de bi komdengî hatiye pejirandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:01:41