Hikûmeta Iraqê: Malbatên şehîdên êrîşên li ser Kurdistanê dê werin qerebûkirin
Encûmena Wezîran a Iraqê biryar da ku malbatên qurbaniyên êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê werin qerebukirin. Di heman civînê de, ji bo zêdekirina hinardekirina petrolê, desthilatên berfireh hatin dayîn bo kompanyaya SOMO.

Encûmena Wezîran a Iraqê duh 28ê Nîsanê bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, 17emîn civîna xwe ya asayî encam da. Di civînê de çend biryarên giring hatin girtin ku rasterast peywendî bi Herêma Kurdistanê û aboriya Iraqê ve hene.
Qerebûkirina Malbatên Şehîdan
Encûmena Wezîran biryar da ku şayesteyên darayî û qerebû ji bo malbatên wan kesên ku di êrîşên dronî yên dawî de li Herêma Kurdistanê şehîd bûne, werin veqetandin. Ev biryar piştî wê yekê tê ku di heyama borî de çendîn êrîşên asmanî ziyanên mezin gihandibûn welatiyên sivîl.
Ji bo SOMO Mekanîzmayên Nû
Ji ber rewşa awarte ya navçeyê û astengiyên li pêşiya keştiyên petrolhalgir, Encûmena Wezîran desthilata tam da kompanyaya SOMO daku mekanîzmayên nû yên bazarkirinê bikar bîne. SOMO dê bikaribe bi şêwazên nû ligel wan kompanyayên ku dixwazin petrolê bikirin danûstandinan bike, daku asta hinardekirina petrola xav kêm nebe û aboriya welat parastî be.
Di 50 Rojî de, 809 Êrîş
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 25ê Nîsanê de belav kiribû, di nava 50 rojan de, 809 êrîşên asmanî û mûşekî li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ku piraniya wan êrîşan Hewlêra paytext kirine armanc.
Ev êrîşên ku ji 28ê Sibata îsal ve (bi destpêkirina rageşiya Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê) zêde bûne, bûne sedema ziyanên giyanî û madî yên mezin. Di van êrîşan de her tim malên welatiyan, cihên giştî û projeyên kerta taybet bûne armanc.
Nûvekirina herî dawî: 13:25:06








































































































































































