Amerîka du tabûrên din yên Pêşmerge perwerde û bi çek dike

Wezareta Pêşmerge ragihand, Amerîka dê du tabûrên din yên Pêşmerge perwerde û bi çek bike.

29 Avrêl 2017 - 11:43
29 Avrêl 2017 - 11:43
 0
Amerîka du tabûrên din yên Pêşmerge perwerde û bi çek dike

Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji BasNewsê re got, Amerîka li ser alîkarîkirin û perwerdekirina hêzên Pêşmerge berdewame û biryar daye du tabûrên din yên Pêşmerge perwerde û bi çek bike.

Cebar Yawer her wiha got, di heyama borî de jî du tabûrên Pêşmerge ji aliyê Amerîka û hêzên hevpeyman ve hatibûn perwerdekirin û bi çekkirin, bi vî rengî 4 tabûrên Pêşmerge ji aliyê pisporên Amerîkî ve tên perwerdekirin.

Wezareta Derve ya Amerîka beriya niha ragihandibû, Amerîka razî bûye bi qasî 295 milyon dolar çek û cebilxane bifroşe Pêşmerge.

Ev nûçe bi tevahî 2265 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:16:39