Îhtimal heye Amerîka hêzên xwe li Şingalê bicîh bike

Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, îhtimal heye hêzên Amerîka piştî şerê DAIŞê jî li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bimînin.

29 Avrêl 2017 - 09:34
29 Avrêl 2017 - 09:34
 0
Îhtimal heye Amerîka hêzên xwe li Şingalê bicîh bike

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêr, Cemal Murtke ji BasNewsê re got, piştî şerê Mûsilê îhtimal heye hêzên Amerîka û hevpeyman li Iraq û Herêma Kurdistanê bimînin, ev jî bi sûda Herêma Kurdistanê ye ji ber ku dibe garantiyek bo Kurdistanê.

Cemal Murtke her wiha got, Amerîka biryar daye hêz li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê bicîh bike da ku di navbera PKK û hêzên Tirkiyê de şer dernekve. Tê çaverêkirin li Şingalê jî hêzên Amerîkî bên bicîhkirin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku Amerîka dixwaze bi wê yekê pêşiya çalakiyên PKKê li Şingalê bigire û got, Amerîka naxwaze Şingal bibe metirsî ji ber wê jî dê pêşiya çalakiyên PKKê bigire.

Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, dibe ku di navbera Amerîka û Kurdistanê de li ser mayîna hêzên hevpeyman li Kurdistanê rêkeftin jî bê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1764 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:23:14