Amerîka: Emê li ser alîkarîkirina Kurdistanê berdewam bin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kerby ragihand, Amerîka li ser alîkarkirina koçberên li Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

4 Çile 2017 - 11:19
4 Çile 2017 - 11:19
 0
Amerîka: Emê li ser alîkarîkirina Kurdistanê berdewam bin

Li ser pirseke peyamnêrê televîzyona K24ê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kerby got: “Di baweriya min de me xemsarî di alîkarkirina Herêma Kurdistanê de nekiriye. Em bi hikûmta Herêma Kurdistanê re guftûgo û şêwirmendiyê dikin, heta niha Amerîka hevkariya baş ji Herêma Kurdistanê re kiriye û berdewam dibin bo dabînkirina alîkariyan ji koberên li Herêma Kurdistanê re û piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin.”

John Kirby derbarê serdana Serokê Fransa François Hollande bo Herêma Kurdistanê de jî got: “Em destxweşiya Hollande dikin li ser wê serdanê, herwiha destxweşiya Fransayê jî dikin, ku hevkarî û hevpeymanitiyê di şerê li dijî DAIŞê de dike û piştevaniya hêza Pêşmerge û Kurdistanê dike.”

Ev nûçe bi tevahî 2087 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:26:35