Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê ku serdana bajarên Bakurê Kurdistanê nekin.

26 Çile 2017 - 17:45
26 Çile 2017 - 17:45
 0
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê ku serdana bajarên Bakurê Kurdistanê nekin.

Hişyarname ji aliyê malpera fermî ya Wezreta Derva ya Amerîkayê ve hate belav kirin û tê de Amerîka balê dikşîne li ser bûyerên terorê ku di demên dawî de zêde bûne.

Amerîka ji welatiyên xwe daxwaz dike ku, ji cih û warên geştiyariyê û qelebalix dûr bikevin û serdana bajarên Bakurê Kurdistanê nekin.

Herwiha bergiriya ewlekariya xwe berçavan derbas bikin û li hemberî êrîşên terorê agahdar bin.

Ev nûçe bi tevahî 2136 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:00:57