Artêşa Kuweytê: Me çend êrîşên mûşekî û dronî şikandin

Artêşa Kuweytê ragihand, sîstemên wan ên berevaniya asmanî bi serkeftî rûbirûyî çend êrîşên "dijminane" bûne ku bi rêya mûşek û dronan asmanê welatê wan kiribûn armanc.

3 Hezîran 2026 - 10:26
3 Hezîran 2026 - 10:26
 0
Artêşa Kuweytê: Me çend êrîşên mûşekî û dronî şikandin

Serokatiya Erkanê Giştî ya Artêşê îro 3ê Hezîranê diyar kir, dengên teqînên ku li hin herêman hatine bihîstin, encama pûçkirina mûşekan li ezmên bûye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê Eqîd Saûd El-Atwan îro 3ê Hezîranê, ji bo parastina jiyana welatiyan hişyariyên tund belav kirin û daxwaz kir ku:

- Welatî bi ti awayî nêzîkî bermahiyên mûşekan û parçeyên şikestî nebin.

- Dest nedin ti tiştekî xerîb ji bo ku jiyana wan nekeve metirsiyê.

- Di dema dîtina her tiştekî gumanbar de, tavilê têkiliyê bi hejmara hawarçûnê (112) re deynin.

Heta niha artêşa Kuweytê derbarê çavkaniya êrîşên ser asmanê xwe û ziyanên gengaz de zanyariyên zêde belav nekirine, lê tekez kiriye ku ew ji bo parastina ewlehiya niştimanî di amadebaşiyê de ne.

Hevdem ligel van geşedanan, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan duh bi mûşekek "Hellfire" li odeya motorê ya keştiya neftê "M/T Lexie" dane û ew pûç kirine. Amerîkayê diyar kir ku ev keştî bi alaya Botswanayê, ber bi bendera girava Xark a Îranê ve diçû û ev 24 saet bûn ku hişyariyên Amerîkayê ji bo rawestanê paşguh dikirin. Ev gav wekî parastina dorpêça aborî ya li ser Îranê hat pênasekirin.

Wekî bersiv, Supaya Pasdarên yê Îranê sibeha îro ragihand, hêzên wan ên deryayî bi mûşekan êrîşî keştiyeke bi navê "Banya" li nêzîkî Tengava Hurmizê kirine. Supaya Pasdaran hişyarî jî da ku her cûre hewildanek ji bo têkdana ewlehiya Tengava Hurmizê were kirin, dê ziyaneke gelekî mezin bigihîne artêşa Amerîkayê.

 

Ev nûçe bi tevahî 48 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:54:41