CENTCOM: Me êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê têk birin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan li Rojhilata Navîn gelek mûşek û dronên Îranê pûç kirine û wekî bersiv westegheke serbazî ya Îranê li girava Qeşmê rûxand.

3 Hezîran 2026 - 10:28
3 Hezîran 2026 - 10:28
 0
CENTCOM: Me êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê têk birin

CENTCOMê di daxuyaniyekê de aşkere kir, Îranê gelek mûşekên balîstîk ber bi welatên cîran ve avêtine, lê belê ti yek ji wan mûşekan jî negihîştiye armancên xwe.

Li gorî hûrguliyên ku Fermandariya Navendî belav kirine:

- Îranê du mûşek ber bi Kuweytê ve avêtibûn, lê her du mûşek li ezmên hatin pûçkirin.

- Sê mûşek ber bi Behreynê ve hatin avêtin; ev mûşek tavilê ji aliyê sîstemên berevaniya hewayî yên Amerîka û Behreynê ve hatin têkbirin.

CENTCOMê herwiha ragihand, beriya êrîşên mûşekî, wan sê dronên Îranî yên ku keştiyên sivîl di avên navdewletî de dikirin armanc, xistine xwarê. Wekî gava "parastina pêşwext" jî, hêzên Amerîkayê westgehek kontrolê ya ser erdê ya artêşa Îranê li girava Qeşmê bombebaran kir û bi temamî jinav bir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di van pevçûnan de, ti ziyanên canî negihîştine karmend û leşkerên Amerîkî. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê careke din tekez kir ku hêzên wan di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne ji bo parastina li dijî her cûre destdirêjiya Îranê, her çend proseyên agirbestê li herêmê berdewam bin jî.

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:53:36