Artêşa Sûriyê derbasî nav hejmarek bajarên Rojavayê Kurdistanê bû

Di çarçoveya rêkeftina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de, hêzên Sûriyê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê bicih dibin û derengiya şeva bihorî hêzên Sûriyê derbasî nav bajarên Minbic, Kobanî û Til Temirê bûn.

14 Cotmeh 2019 - 05:40
14 Cotmeh 2019 - 05:40
 0
Artêşa Sûriyê derbasî nav hejmarek bajarên Rojavayê Kurdistanê bû

Ajansa “SANA” belav kir, fewca 5em a parastina sînor (Hecanê) ji bajarê Hesekê birê ket û gihîşt bajarokê Til Temirê.

Da zanîn jî, artêşa Sûriyê dê ji bajarokê Til Temirê û heta bajarokê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê hêzên xwe belav bike.

Nahiya Til Temirê 40 K.M li bakurê rojavayê Hesekê û 35 K.M li başûrê rojhilatê Serê Kaniyê li ser riya navdewletî (M4) e û di destê Hêzên Sûriyê Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Ji aliyê xwe ve, medyay Rûsî belav kir, artêşa Sûriyê gihîşt bajarê Tebqa li rojavayê Reqayê û li derdora firokxaneya Tebqayê belav bûye û dibe di çend demjimêrên bê de, HSD wê firokxaneyê radestî wê artêşa Sûriyê bike.

Ev gava gihîştina artêşa Sûriyê bo Til Temir û Tebqayê piştî wê yekê tê, duhî HSD û Rêveberiya Xweser ragihandin, wan li gel hikûmeta Sûriyê li hev kirine, ku hêzên artêşa Sûriyê bi dirêjahiya sînorê bi Tirkiyê re bêne bicihkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1170 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:13:17