Hûsiyan Tengava Babûl-Mendebê bi temamî li ber keştiyên Siûdî girt
Tevgera Hûsiyan a Yemenê ragihand ku wan Tengava Babûl-Mendebê bi temamî li ber keştiyên Erebistana Siûdî girtiye; hevdem di nava 48 saetên borî de wan 3 keştiyên petrolê yên wî welatî kirine armanc.

Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera "Ensarullah"ê (Hûsî) ya Yemenê Mihemed El-Bexîtî ragihand: “Tengava Babûl-Mendebê bi awayekî tam li ber keştiyên Siûdî hatiye girtin.”
Çavkaniyeka haydar duhî (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026ê) ji medyayê re diyar kiriye ku biryara qedexekirina hatin û çûna keştiyên Siûdî wek xwe berdewam e û hêzên çekdar ên Yemenê (Hûsî) rêyê nadin ti keştiyeke wî welatî di rêyên avî re derbaz bibe.
Li gorî wê çavkaniyê, ji Duşema borî ve heta niha 16 keştiyên Siûdî hatine vegerandin û rê bi wan nehatiye dan ku derbaz bibin, herwiha di 48 saetên borî de jî 3 keştiyên petrolhilgir ên Siûdî hatine armanckirin.
Ev pêngava Hûsiyên, ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, piştî wê yekê tê ku li roja Duşema borî dorpêçeke deryayî li ser keştîvaniya Erebistana Siûdî sepand. Ev yek wek aloziyeke metirsîdar tê dîtin ku dibe bibe sedema geşkirina agirê şerekî herêmî û metirsiyê li ser dabînkirina enerjiya cîhanî çê bike.
Tengava Babûl-Mendebê, ku dikeve başûrê Deryaya Sor, dergehekî serekî ye bo Suesê û rêyeke stratejîk e bo girêdana Ewropa û Asyayê; nêzîkî %15 ya bazirganiya deryayî ya cîhanê di vê tengavê re derbaz dibe. Şarezayên aborî dibêjin ku têkçûna hatin û çûnê di vê rêya avî de di navbera salên 2023 heta 2025ê de, salane nêzîkî 20 milyar dolaran zirar gihandiye aboriya cîhanê.
Ev tengav rêya serekî ya hinardekirina petrolfa Siûdî ye bo bazarên cîhanê, û tevî salên dirêj ên şer jî, heta niha bi awayekî berçav li ber keştiyên wî welatî vekirî bû, lê ev biryara nû ya Hûsiyan hevkêşeyê bi temamî diguherîne.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:54











































































































































































