Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî gihîşt Şamê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, bi serdaneke fermî gihişt paytexta Sûriyeyê, Şamê. Ev yekem serdana sekretekî giştî yê NY ye piştî 15 salan.
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, Esed Şebanî doh 24ê Tîrmehê li Firokxaneya Navdewletî ya Şamê, pêşwazî li Antonio Guterres û şandeya pê re kir.
Ev serdan girîngiyeke taybet a dîplomatîk hildigire, ji ber ku ji sala 2009’an ve, dema serdana sekreterê berê Ban Ki-moon, heta niha ti sekreterekî giştî yê Neteweyên Yekgirtî serdana Şamê nekiribû.
Serdana Guterres di demekê de pêk tê ku Sûriye hewl dide ji şopa salên giran ên şer rizgar bibe û gav bi gav ber bi qonaxeke nû ya siyasî ve biçe. Tê payîn ku Neteweyên Yekgirtî bi riya vê gava bilind, roleke aktîvtir di piştgirîkirina aramiya welat û herêmê de bileyize.
Tê payîn ku Guterres di dema serdana xwe de bi Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara re bicive.
Di bernameya Sekreterê Giştî de hevdîtinên berfireh cih digirin. Guterres dê ligel nûnerên rêxistinên jinan, saziyên civakî yên sivîl û komên cuda yên civakê bicive, da ku rewşa welat û pêvajoya nû ya piştî guhertinê gotûbêj bike.
Nûvekirina herî dawî: 20:52:07