Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komeleyê kir: 6 Pêşmerge birîndar in

ndamekî serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku îro Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekan baregeha partiya wan a li Geliyê Alaneyê kiriye armanc.

23 Tîrmeh 2026 - 10:36
23 Tîrmeh 2026 - 10:38
 0
Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komeleyê kir: 6 Pêşmerge birîndar in

Endamê serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî da zanîn ku êriş duh saet 18:50î li ser baregeha partiya wan a li Geliyê Alaneyê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê hatiye kirin.

Emced Husên Penahî diyar kir:

"Mûşekên cureyê Xeyberî Kerar ber bi baregeha Komeleyê ve hatin avêtin û mixabin heta niha 6 Pêşmergeyên me birîndar bûne."

Husên Penahî destnîşan kir ku ji destpêka şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê ve bi 94 mûşek û dronan êrişî baregehên Komeleyê hatiye kirin.

 

 

Ev nûçe bi tevahî 62 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:52:51