Hûsiyên Yemenê berpirsiyariya êrîşa mûşekî ya li ser Siûdiyê girte ser xwe

Grûpa Hûsiyan a Yemenê ragihand, wan wekî tolhildana êrîşên asmanî yên Riyadê, bi mûşekan êrîşî bajarê Cîzanê yê li başûrê Siûdiyê kiriye.

25 Tîrmeh 2026 - 10:50
25 Tîrmeh 2026 - 10:50
 0
Hûsiyên Yemenê berpirsiyariya êrîşa mûşekî ya li ser Siûdiyê girte ser xwe

Hûsiyên Yemenê îro 25ê Tîrmehê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand, wan bi mûşekan êrîşî bajarê Cîzanê û berava Deryaya Sor kiriye û di encamê de agir derketiye.

Li aliyê din, Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî berbangê îro ji bo niştecîhên bajarên Cîzan û Yenbuê, hişyariyeke lezgîn belav kir, lê ev hişyarî piştî çend xulekan hat rakirin.

Ev êrîşên Hûsiyên Yemenê tenê çend saet piştî gefên Hûsiyan pêk hat ku tê de gefa bersiveke tund li hember êrîşên Siûdiyê yên li ser baregehên wan xwaribû..

Siûdiyê duh li bajarê Hudeydeyê yê Yemenê li çendîn armancên leşkerî yên Hûsiyan xistibû û di van êrîşên asmanî de hin kes birîndar bûbûn. 

Aloziya di navbera her du aliyan de gihîştiye asteke metirsîdar. Hûsiyan pêştir ragihandibûn ku wan 'dorpêçeke deryayî' li ser Siûdiyê sepandiye û keştiyên wan dikin armanc. 

Hevpeymaniya bi serokatiya Siûdiyê ragihand ku êrîşên wan ên li ser baregehên Hûsiyan, bersiva gefên li dijî keştiyên bazirganî û azadiya deryayî ya li Deryaya Sor e.

 

Ev nûçe bi tevahî 40 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:36:02