Koreya Başûr dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe

Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê bi Konsulê Giştî yê Koreya Başûr Un Gyu Shim re hevdîtinek kir.

27 Tîrmeh 2026 - 10:23
27 Tîrmeh 2026 - 10:23
 0
Koreya Başûr dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re kêfxweşiya xwe anî zimên.

Wî rêz û spasiya xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di xebata neteweyî û niştimanî ya gelê Kurdistanê de nîşan da.

Her wiha wî bal kişand ser pebşibîna xebat û berxwedana gelê Koreyê û gelê Kurdistanê.

Un Gyu Shim xwestina welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendî û hevahengiyê ya di warên perwerde, tenduristî û warên din de ragihand.

Rola Hêzên Zeytûnê

Serok Barzanî di hevdîtinê de behsa mana Hêzên Zeytûnê kir ku piştî rûxandina rejîma berê li Hewlêrê bi cih bûbûn.

Serok Barzanî ji bo erk û çalakiyên wê hêzê yên li Kurdistanê spasiya xwe anî zimên.

Wî hatina wê hêzê wekî “destpêka pêwendî û dostaniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Koreya Başûr” bi nav kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di beşeke din a hevdîtinê de “rewşa herêmê, metirsiyên serhildana terorê û pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê” hatin nirxandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:26:43