Nêçîrvan Barzanî êrişa li dêreke Urdinê şermezar kir

Nêçîrvan Barzanî ew “êrişa terorîstî ya li parêzgeha Kerekê ya Urdinê” ku dêrek kiribû armanc bi tundî şermezar kir.

24 Cotmeh 2026 - 10:39
24 Cotmeh 2026 - 10:39
 0
Nêçîrvan Barzanî êrişa li dêreke Urdinê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û tê de got:

"Em wê êrişa terorîstî ya ku li parêzgeha Kerekê ya Şahnişîna Haşimiyê ya Urdinê dêrek kiribû armanc û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl ên bêguneh bûn qurbanî û birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin."

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de anî zimên:

"Em hevxemiya xwe bi serkirdayetî û gelê Şahnişîna Haşimiyê ya Urdinê re tînin zimên.

Em tekeziyê li ser redkirin û şermezarkirina terorê ya bi hemû awayên wê, bi taybetî jî armancgirtina perestgeh û welatiyên sivîl dikin."

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hevxemiya xwe gihand malbatên qurbaniyan û da zanîn:

"Em sersaxiya xwe ya jidil pêşkêşî xizmên qurbaniyan dikin û şifaya bilez ji bo birîndaran dixwazin.

Em ji bo Urdin û gelê wê yê bira her tim aramiyê hêvî dikin."

Îro di êrişa çend çekdaran a li dêreke li parêzgeha Kerekê ya li başûrê Urdinê de 7 kes hatin kuştin û 34 kes jî birîndar bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 33 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:47:59