Artêşa Iraqê, şerê psîkolojîk dimeşîne...

Di belavokan de bangî xelkê Kerkûkê dike ku dûrî navendên partiyan biçin û çekan hilnegirin û hişyariyê dide ku dê di demeke nêzîk de êrîş bikin.

14 Cotmeh 2017 - 08:53
14 Cotmeh 2017 - 08:53
 0
Artêşa Iraqê, şerê psîkolojîk dimeşîne...

Li gorî nûçeya ku ajansa Spûtnîk\'ê bi dest xistiye, belavokan de hatiye nivîsandin û têde tê gotin we gelekî sebir kir û êdî dem hatiye ku êşa we kişandiye bi dawî bibe. Hêzên me yên qehreman rê li ber wan çeteyan teng kiriye ku pereyan gelî û petrolê didizin û dest datînin ser axa xelkê û destûra Iraqê bin pê dikin û herwiha kuştin û talanê dikin.\"

Hêzên iraqî di belavokê destnîşan kir ku li bendî fermanên ne daku êrîş bikin û wiha dewam kir: Tenê ferman maye daku em têkevin bajarê we yê hêja. Her kêlîkê dibe ku em têkevin bajarî. Ji bo hû canê xwe biparêzin dûrî biryargeh û navendên partiyan biçin û çekan hilnegirin û hevkariyê bi me re bikin ku em jiyanê li bajarî dîsa asayî bikin.\"

Di dawiyê de hat îdiakirin ku \"Hêzên Pêşmerge ji aliyê derûnî û madî ve têk çûye û hawara xwe dibin hikûmeta navendî.

\"\"

Ev nûçe bi tevahî 1670 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:06:16