Hêmin Hewramî: Barzanî talep kiriye ku helbijartin dema xwe de pêkbê!

Berpirsê karûbarê siyasî û peyvendiyên giştî li ofîsa Barzanî da zanîn ku ti partiyekê namzede serokatiya herêma Kurdistanê pêşkeş nekiriye, lê serokê herêma Kurdistanê daxwaz kiriye helbijartinên serokatiyê û parlamentoyê di dema xwe de pêkbê.

14 Cotmeh 2017 - 09:10
14 Cotmeh 2017 - 09:10
 0
Hêmin Hewramî: Barzanî talep kiriye ku helbijartin dema xwe de pêkbê!

Di tora xwe ya civakî twetterê de berpirsê karûbarê siyasî û peyvendiyên giştî li ofîsa Barzanî Hêmin Hewramî ragehand: ‘’Eger partiyên din amade nînin bo helbijartinan, ji ber pirsgirêkên navxweyî, yan jî eger komîsyona helbijartinan ji ber sedemên teknîkî nikarin di dema xwe de helbijartinan pêkbîne, yan jî eger pêwîstî bi yasayên nû heye? Divê bê aşkera kirin û gelê me ji hemû sedemên rast ên paşxistinê hemûyan bê agahdar kirin.’’

Herwiha Hêmin Hewramî aşkera kir serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gel hemû astengiyan ‘’Daxwaz kiriye her du helbijartinên serokatiyê û parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.’’ Û dibêje: ‘’Ti partiyekê namzedê xwe bo serokatiya herêma Kurdistanê diyar nekiriye. Pêwîstiya me bi parlamentoyeke nû heye. PDK li gel pêkanîna helbijartinan a di dema xwe de ye.’’

Li gor biryarên berê 01.11.2017ê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê, helbijartina serokatî û parlamentoya Kurdistanê dê pêkbê, lê di dema hatî diyar kirin de ti namzedekê bo serokatiya herêma Kurdistanê navê xwe tomar nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1510 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:35:11