ASA: Em li pey fermandarên ereb ên di nav YPGê de ne

Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ragihand ku hewl didin fermandarên ereb ên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, bînin aliyên xwe. Berdevkê ASAyê ji El Cezîreyê re axivî û îdiakir ku di vî mijarî de xebateke îstîxbaratî birêve dibin.

26 Mijdar 2017 - 07:09
26 Mijdar 2017 - 07:09
 0
ASA: Em li pey fermandarên ereb ên di nav YPGê de ne

Berdevkê ASAyê Ebû el Farûk diyar kir ku dixebitin fermandarên ereb ên di nav HSDê de, bînin aliyê xwe. Herwiha beriya niha jî berdevkê berê yê HSDê Telal Silo aliyê xwe guhertibû û xwe sipartibû ASAyê.

Farûk ji El Cezîreyê ku navenda wê li Qeterê ye re axivî û got: "Xebatê me yên fermandarê ereb ên di nav HSDê de ku em bînin aliyê xwe dewam dike. Farûk îdia kir ku vê yekê di asta îstîxbaratê de didin meşandin."

Herwiha berdevkê berê yê HSDê Telal Silo çend roj berê xwe sipartibû hêzên ASAyê û nîqaşên li ser xwe sipartina Silo jî hêj dewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 1654 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:25:59