PDK: Em dixwazin hilbijartinên Kurdistanê berî yên Iraqê çêkin

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goranî îro yeşemê ragihand ku partiya wî dixwaze ku hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê berî hilbijartinên Parlementoya Iraqê werin lidarxistin.

26 Mijdar 2017 - 10:42
26 Mijdar 2017 - 10:42
 0
PDK: Em dixwazin hilbijartinên Kurdistanê berî yên Iraqê çêkin

Goranî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku partiya wî civîneke berfireh li dar xist û dosyayek amade kir daku hilbijartinên li Kurdistanê di çend mehên bê de were lidarxsitin lê wiha diyar e ku bidestxistina serkeftineke xurt di hilbijartinan de dê ne ji PDKê û ne jî ji partiyên din re dê ne hêsan be".

Biryar bû ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di 1ê vê mijarê de bihatina lidarxistin lê Parlementoya Kurdistanê biryar da ku dema xwe bo 8 mehan dirêj bike.

Hêjayî gotinê ye ku 15 milyon dolar ji pêkanîna Parlementoya Kurdistanê re lazim in û Komisyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê teez dike, eger hilbijêr werin tomarkirin, hilbijartin dikarin di nava 3-4 mehan dê pêk werin.

Ev nûçe bi tevahî 1338 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:34:43