Asayiş: 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Hêzên Asayişa Hewlêrê 5 terorîstên DAIŞê girtin.

11 Sibat 2017 - 11:11
11 Sibat 2017 - 11:11
 0
Asayiş: 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihandiye, piştî bidestxistina agahiyên hûr hêzên asayişê 5 kes girtin ku dixwastin derbasî bajarokê Hewîce yê Kerkûkê bibin û tevlî DAIŞê bibin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dê di demek nêzîk de agahiyên berfireh li ser wan endamên DAIŞê belav bikin.

Tevahiya wan DAIŞiyan kurd in û navê wan jî wiha ye: Hawar Yûsif Ebdulkerîm, Helmet Omer Osman Ehmed, Hanî Îbrahîm Reşîd Ferec, Ferheng Ebas Ebdulrehman Reşîd, Ebdula Baqî Ebdula Reşîd.

Ev nûçe bi tevahî 2074 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:06:14