Serokwezîrê Îraqê: YBŞ dê çekên xwe radestî hikûmetê bike

Serokwezîrê Îraqê ragihand ku Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) dest bi radestkirina çekên xwe dikin.

12 Îlon 2026 - 10:31
12 Îlon 2026 - 10:31
 0
Serokwezîrê Îraqê: YBŞ dê çekên xwe radestî hikûmetê bike

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî şandeyeke Hevpeymaniya Doza Êzidiyan a bi serokatiya parlamenter Mûrad Îsmaîl û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de rewşa Şingalê, aramî, avakirin û paşeroja xelkê navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) dest bi radestkirina çekên xwe yên bi dewletê re dikin û Çiyayê Şingalê bi temamî dikeve bin desthilata hikûmeta federal û saziyên ewlehî û îdarî.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand:

"Kontrolkirina çekan tenê di destê dewletê de û yekxistina biryara ewlehiyê, bingeheke sereke ye ji bo parastina xelkê qezayê û misogerkirina aramî û paşeroja wan."

Serokwezîrê Îraqê her wiha destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya avakirina dewleta saziyan de ye û bidawîanîna li pirnavendiya di biryara ewlehiyê de ye.

"Mafên şervanan tên misogerkirin"

Serokwezîrê Îraqê got:

"Dewlet dê mafên endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) û qurbaniyên wan misoger bike.

Ev yek dê bi rêya birêxistina rewşa wan û tevlîkirina kesên mercên wan guncav in di nava saziyên fermî yên ewlehiyê yên Îraqê de li gorî qanûnê were kirin."

Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku di beşeke din a civînê de rewşa xizmetguzariyê ya li Şingalê, projeyên binesaziyê, tezmînkirina mexdûran û amadekirina zemînê ji bo vegera koçberan hatin nirxandin.

Her wiha li ser çendîn pirsgirêkên îdarî yên taybet bi daîreyên qezayê û birêvebirina Sindoqa Avakirina Şingalê nîqaş hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 59 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:55:22