Asayîşa Silêmaniyê 17 terorîstên DAÎŞ'î desteserkir
Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku wan 17 çekdarên DAIŞê ku plana kuştina çend efser û mamostayekî olî kiribûn girtine.

Asayîşa bajarê Silêmanîyê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên hatine girtin li Silêmanî, Çemçemal, Tekye û Barîkayê hatine girtin û got jî ku koma yekem a girtiyan “plana kuştina çend efserên pilebilind ên Pêşmerge û çend mamostayên olî yên navdar kiribûn.”
Polîsê Silêmaniyê ragihand, 7 gumanbar li Silêmaniyê hatine girtin dibêje “Heft ji wan terorîstan bi rêya torên civakî di bin bandora îdyolojiya tundrew a DAIŞê de ne û bangeşeya belavkirina kar û çalakiyên terorîstan dikin. Piştî ku xwe birêxistin kirin, pêşî plana kuştina Qazî Fatih Şaristenî, Serdar Serdar, Tevger Rizgar Hemasaleh û Baban Taha yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û çend baregehên partiyê biteqînin.”
Nûvekirina herî dawî: 19:26:17