Mîrê Qeterê sersaxiyê li Serok Barzanî dike

Serkirdayetiya bilind a Dewleta Qeterê, ji ber koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê malbata Barzanî, Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, rêzepeyamên sersaxiyê arasteyî serkirdeyên Herêma Kurdistanê kir.

9 Îlon 2026 - 10:10
9 Îlon 2026 - 10:10
 0
Mîrê Qeterê sersaxiyê li Serok Barzanî dike

Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, Cîgirê Mîr Ebdullah bin Hemed Al Sanî û herwiha Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, di peyamên cuda de hevxemî û sersaxiya xwe arasteyî her yek ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin.

Di peyama rêbertiya Qeterê de hat gotin: "Ji ber koça dawî ya birayê mezin ê malbata Barzanî, Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, em sersaxî û hevxemiya xwe ya ji dil pêşkêşî we dikin. Em ji Xwedayê Dilovan hêvîdar in ku rihê xwedêjêrazî bi bihuşta xwe şad bike û hedar û sebrê bide we hemûyan."

Serok Mesûd Barzanî roja 4ê Îlona 2026an, di daxuyaniyekê de koça dawî ya birayê mezin ê malbata xwe ragihandibû. Serok Barzanî dabû zanîn ku xwedêjêrazî neviyê rêberê nîştimanî û olî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û wekî sembola dîndarî, xêrxwazî û pakiyê, kesayetiyekî pêşeng û mezin ê nav malbatê bû.

Roja Yekşemê, 6ê Îlona 2026an, bi amadebûna hejmareke mezin ya xelkê û berpirsên Kurdistanê, termê Ebdulwahîd Îbrahîm Barzanî li devera Barzan bi xakê hatibû spartin.

 

Ev nûçe bi tevahî 58 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:54:56