Asayîşê li ser bûyera li Silêmaniyê daxuyanî da

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku bûyera îşev a li nêzîkî xala kontrolê ya Kelewananê qezayeke trafîkê ya asayî bûye û ti sedemeke din li pişt wê nîne.

19 Sibat 2026 - 11:03
19 Sibat 2026 - 11:03
 0
Asayîşê li ser bûyera li Silêmaniyê daxuyanî da

Li ser rêya serekî ya ku Silêmanî û navçeya Dûkanê bi hev ve girê dide şeva borî derdora seat 19:40î otomobîk teqiya û bi temamî şewitî.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê piştrast kir ku wesayît a berpirsekî wan bûye.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê ajansa Rûdawê, wesayîteke bi marka Toyota Land Cruiser dema diçû teqiya û şewitî.

Kesekî di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kesê din bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Lê belê Birêvebirê Nahiyeya Pîremegrûnê Bekir Ebdulkerîm ragihand ku tevî hemû midaxeleyan ew kesê birîndar li nexweşxaneyê miriye.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Dezgeha Asayîşê, piştî rûdanê tîmên lêkolînê yekser gihîştine cihê bûyerê.

Di encama lêkolînan de derket holê ku otomobîleke ji cureyê Land Cruiser ji ber qezaya trafîkê wergeriyaye û piştre agir pê ketiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema qezayê de du kes di otomobîlê de bûn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest daye.

 

Ev nûçe bi tevahî 47 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:02:58