Avahiya HDPê ya Amedê hat girtin

Tîmên zabitayên Şaredariya Rezanê avahiya HDPê ya Amedê girtin.

6 Cotmeh 2022 - 02:38
6 Cotmeh 2022 - 02:38
 0
Avahiya HDPê ya Amedê hat girtin

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin tîmên zabitayên Şaredariya Rezanê danê êvarê çûn avahiya HDPê û avahî mohr kirin. Sedema mohrkirina avahiyê jî wek “qatekî wê derqanûnî ye” hat diyarkirin.

Berî sal û nîvekî malbatên ku zarokên wan tevlî PKKê bûne, li ber avahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.

Ji ber ku çalakiya rûniştinê bi mehan bê navber dewam kir, HDPyiyan avahî bikar nedianîn.

Ev nûçe bi tevahî 461 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:18:17