Bahçelî: Divê di civîna duyem a Îmraliyê de fesixkirina PKKyê bê ragihandin

Serokê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî diyar kir ku çarenivîsa Kurd û Tirkan yek e û ti kes nikare nakokiyê bixe navbera wan.

14 Çile 2025 - 08:45
14 Çile 2025 - 08:45
 0
Bahçelî: Divê di civîna duyem a Îmraliyê de fesixkirina PKKyê bê ragihandin

Devlet Bahçelî amaje bi wê yekê kir di civîna duyem a heyeta DEM Partiyê û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de divê fesixkirina PKKyê bê ragihandin.

Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de diaxive.

Bahçelî diyar kir ku êdî dema wê yek hatiye ku Kurd û Tirk biratiya xwe xurttir bikin.

Serokê MHPyê ragihand ku dê PKK û YPG "nikarbin nakokiyan li nav Tirk û Kurdan bi cih bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 847 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:35:48