Bajarê Colemêrgê teqîn

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Şemzînan a bajarê Colemêrgê bombeyeke vedayî teqiya. Di encama teqînê de 4 welatî birîndar bûn, rewşa 2 welatiyan giran e.

13 Tîrmeh 2017 - 11:16
13 Tîrmeh 2017 - 11:16
 0
Bajarê Colemêrgê teqîn

Li Şemzînanê 4 welatiyên sivîl ji bo berhevkirina pincaran derketin zozanan û pê li bombeyeke vedayî kirin.

Bûyer danê nîvro 70 kîlometre nêzî navenda navçeya Şemzînanê li zozanekê qewimî.

Welatiyên bi navên Selman Kiliç, Hadi Kiliç, Remzi Ulukan û Reşit Erdeniz ji bo berhevkirina pincaran derketin zozanan û pê li bombeyeke vedayî kirin û bombe teqiya. Di encama teqînê de 4 kes birîndar bûn.

Birîndar ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin veguhastin

Ev nûçe bi tevahî 2017 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:01:30