Barbara Leaf: Di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de daxwaza rasteqîn heye ji bo çareserkirina kêşeyan

Alîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf ragihand, daxwazeke rasteqîn di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina kêşeyên navbera wan heye.

2 Hezîran 2023 - 11:11
2 Hezîran 2023 - 11:11
 0
Barbara Leaf: Di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de daxwaza rasteqîn heye ji bo çareserkirina kêşeyan

Barbara Leaf destnîşan kir, karê li pêşîne yê Washington û Bexdayê nêzîkî hev e, herdu aliyan pêwendiyên xwe di warên din de wek perwerde, rewşenbîrî, av û guherînên keşûhewayê, asayîşa xurek û rûbirûbûna teror û gendeliyê berdewam e.

Alîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf herwiha ragihand, meseleya gendeliyê li Iraqê bandorê li ser siberoja welat dike û aboriya wê têk dibe û serweriya yasayan lawaz dike, loma girîng e hikûmeta nû bi cidî rûbirûyî gendeliyê bibe.

Ev nûçe bi tevahî 537 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:34:05