Barrack nexşerêya nû ya ji bo Sûriye û HSDyê eşkere kir

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack, nexşerêya nû ya ji bo Sûriye û HSDyê eşkere kir û ragihand ku ew dê HSDyê di nav saziyên Sûriyeya nû de entegre bikin.

13 Mijdar 2025 - 11:08
13 Mijdar 2025 - 11:08
 0
Barrack nexşerêya nû ya ji bo Sûriye û HSDyê eşkere kir

Thomas Barrack piştî serdana Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara ya Koşka Spî, li ser nexşerêya nû ya ji bo Sûriye û HSDyê peyamek belav kir.

Tom Barrack serdana Ehmed Şer wekî "xaleke werçerxanê ya diyarker" ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bi nav kir û diyar kir ku ev serdan di navbera Sûriye û Amerîkayê de gava destpêkirina hevparîyeke nû ye.

Barrack got, “Êdî dema wê hatiye ku em dev ji biyanîbûnê berdin û berê xwe bidin têkilîbûnê û derfeteke rasteqîn a nûbûnê bidin Sûriye û xelkê wê.”

“Şam dê di şerê li dijî terorê de bibe hevpar”

Bi gotina Tom Barrack, Ehmed Şer li Koşka Spî pêbendbûna xwe ya bi tevlîbûna Koalîsyona li dijî DAIŞê nîşan daye.

Wî got, bi vê yekê Sûriye ji "çavkaniya terorê" vediguhere "hevparê têkoşîna li dijî terorê" û Şam dê di rûbirûbûn û têkbirina şaneyên DAIŞê, Supaya Pasdaran a Îranê, Hemas, Hizbulah û “torên din ên terorîst” de bi awayekî çalak alîkariya Amerîkayê bike.

Li ser entegrasyona HSDê lihevkirin çêbû

Barrack her wiha eşkere kir ku piştî civîna sereke, civîneke sêalî ya krîtîk di navbera Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî de hatiye lidarxistin û di wê civînê de nexşerêya qonaxa bê ya çarçoveya Amerîka-Tirkiye-Sûriyeyê hatiye xêzkirin.

Li gorî wê nexşerêyê, dê HSD di nav saziyên aborî, parastin û sivîl ên Sûriyeya nû de bên entegrekirin.

Peywendiyên Tirkiye-Sûriye-Îsraîlê

Tom Barrack da zanîn ku di qonaxa bê de, dê pêwendiyên Tirkiye-Sûriye-Îsraîlê jî ji nû ve bên pênasekirin û li ser pirsgirêkên sînorê Libnanê jî dê gav bên avêtin.

Wî rola Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de bilind nirxand û tifaqa berfireh a Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdî ya ji bo vejandina Sûriyeyê wekî "bandoreke efsûnî" bi nav kir.

Barrack di dawiyê peyama xwe de ji Kongresa Amerîkayê xwest ku ji bo rakirina Cezayên Qeyser pêngaveke dîrokî biavêje da ku "hikûmeta nû ya Sûriyeyê bikaribe motora xwe ya aboriyê ji nû ve bixebitîne."

 

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:14:59