HSD daxwaza tevlîbûna bi artêşa Sûriyeyê re radigihîne
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi awayekî fermî daxwaza xwe ya ji bo tevlîbûn û entegrasyonê bi artêşa Sûriyeyê re ragihand. Ev pêngava stratejîk di demekê de tê ku danûstandinên bi hikûmeta Şamê re "bi lez bi pêş dikevin."

Berdevkê HSDê Mehmûd Hebîb di hevpeyvînekê de ligel kenala "El-Erebiye" got: "Ji bo me gelek asayî ye ku em di nav artêşa Sûriyeyê de postên xwe werbigirin."
Hevdem, Rêveberiya Xweser tekez kir ku di demeke nêz de şandeyek dê bigihîje Şamê û ti paşvekişîn ji Rêkeftina 10ê Adarê, ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de hatibû îmzekirin, çênabe.
Mekanîzmaya Yekbûnê ne Tenê Leşkerî ye
Cîgirê Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, aşkere kir ku lihevkirineke devkî bi Şamê re derbarê mekanîzmaya entegrasyonê de heye. Wî diyar kir ku proses ne tenê hêzên HSDê, lê belê tevahiya sazî û dezgehên sivîl, xizmetguzarî û siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li xwe digire.
Ev pêngav pabendiya ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî berê nîşan dabû, piştrast dike. Ebdî piştî civîna Serok Ehmed Şera li Koşka Spî, pabendiya xwe ya ji bo "lezandina entegrasyona HSDê bi dewleta Sûriyeyê re" dubare kiribû.
Lîsteya 70 Fermandaran Radestî Şamê Hate Kirin
Weke pêngaveke pratîkî û nîşana niyetpakiyê, HSDê nêzîkî du hefte berê lîsteyek ji 70 fermandarên xwe yên jin û mêr, ku di nav de endamên payebilind ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî hene, pêşkêşî Şamê kiriye. Armanc ew e ku ev fermandar di nav Wezareta Berevaniyê û artêşa Sûriyeyê de postên xwe werbigirin.
Naveroka Rêkeftina 10ê Adarê
Rêkeftina 10ê Adarê çend xalên bingehîn li xwe digire, di nav de:
- Yekkirina saziyên sivîl û leşkerî yên HSDê bi saziyên dewletê re.
- Rûbirûbûna bermahiyên rejîma berê.
- Redkirina bangên parçebûnê.
- Hevparî di dahata petrolê de.
- Birêvebirina hevbeş a deriyên sînorî û Firokexaneya Navdewletî ya Qamişlo.
- Naskirina mafên pêkhateya Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekbûyî de.
Di heman çarçoveyê de, Wezareta Derve ya Sûriyeyê jî aşkere kiriye ku Wezîr Es’ed Şeybanî bi hevkarên xwe yên Amerîkî û Tirk re civiya ye û li ser cîbicîkirina Rêkeftina 10ê Adarê li hev kirine.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:07








































































































































































