Berdevka HSDê: Îdîaya êrişa bi şaşî ya balafirên koalîsyonê ne rast e

Hatibû îdîakirin ku şevê din balafirên koalîsyonê bi şaşî çekdarên HSDê bombebaran kirine û di bombebaranê de 30 çekdarî jiyana xwe ji dest daye, lê berdevka HSDê ev îdîa derewand.

10 Tîrmeh 2017 - 08:08
10 Tîrmeh 2017 - 08:08
 0
Berdevka HSDê: Îdîaya êrişa bi şaşî ya balafirên koalîsyonê ne rast e
Berdevka HSDê: Îdîaya êrişabi şaşî ya balafirênkoalîsyonê ne rast e

Ligorî îddiayekî şevê din balafirên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi şaşî çekdarên HSDê bombebaran kirin û di bombebaranê de 30 çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest dabû. Lê belê Îro berdevka HSDê Cihan Şêx Ehmed ev îdîa derewand û got: \"Ev agahî ne rast in.\" Li gorî îdîaya çavkaniyên herêmî di êrişa balafirên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi şaşî çeperên HSDê yên li Kelha Reqayê bombebaran kirine û di encamê de 30 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û 15 jî birîndar bûne.Îro Berdevka HSDê Cîhan Şêx Ehmed derbarê vê yeke agahiyek belav kir û got: \"Ev nûçe bi temamî derew in. Em ji gelê xwe re dibêjin bila bi van nûçeyan bawer nekin. Berdêl çi dibe bila bibe, dê Reqqa were azadkirin.\"

Demek berê hêzên koalîsyonê bi şaşî eniyên HSDê bombebaran kiribûn û di encamê de jî 18 çekdarên HSDê jiyana xwe ji dest dabûn.

Ev nûçe bi tevahî 1839 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:59:11