Berpirseke PDKê: Tevgerên heşdî şeibî li Kerkûkê cîhê metirsiye
Endameke rêveberiya PDKê li encûmena rêveberiya Kerkûk-Germiyanê, behsa metirsiya tevgerên heşdî şeibî yên Kerkûkê dike û dibêje: ‘’Tişta ku heyî pir metirsiye.’’

Endamê encûmena rêveberiya Kerkûkê-Germiyanê yê PDKê û berpirsê lijneya navçeya sê ya PDKê Teha Teyfûr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tevgerek li Kerkûkê heye, rêkirina DAIŞê ya Kerkûkê ne bê plan û bername bû, naha jî navê xelkê nivîsandina bo heşdî şeibî bê bername û plan nîne û planek li dijî herêma Kurdistanê heye.’’
Wî endamê encûmena rêveberiya Kerkûkê yê PDKê got: ‘’Kurdistanê pêngavên baş ên dîplomatîk bo serxwebûna gelê Kurdistanê avêtin, astengiyên mezin dê bên pêş me, mixabin gelek car kurd bixwe sedemê wan astengiya ne.’’herwaha got: ‘’Hewldanek heye bo têkdana rewşa bajarê Kerkûkê, eger bikarin dê kurdan li wî bajarî tinebikin û derxin.’’
Herwaha teqez kir: ‘’Her egerek dibe li Kerkûkê pêkbê, bi taybet li dijî wî bajarî planên bihêz hene û bingehê xirab ê peyvendiyên partiyan jî wisa lê kiriye ku bicîhanîna wan planan asantir dibe.’’
Nûvekirina herî dawî: 21:20:03