Ji Serokwezîrê Tirkiyeyê daxuyaniya ‘ala Kurdistanê'

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji bo daleqandina ala Kurdistanê li Balafirxaneya Ataturkê daxuyaniyek da.

28 Sibat 2017 - 07:32
28 Sibat 2017 - 07:32
 0
Ji Serokwezîrê Tirkiyeyê daxuyaniya ‘ala Kurdistanê'

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe ya grûpa parlamentoyê de ji bo daleqandina ala Kurdistanê li Balafirxaneya Ataturkê got: "Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê Herêma Kurdistanê rêvebiriyeke xweser e."

Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de got: "Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê Herêma Kurdistanê rêvebiriyeke xweser e. Parlamentoya wê û serokwezîrê wê heye. Li Dinyayê bi vî awayî tê naskirin. Rojevkirina vê ne mimkin e ku mirov bi niyeta baş binirxîne. Tirkiye hetanî dawî ji bo yekrêziya axa Iraqê rêzê digire."

Ev nûçe bi tevahî 1808 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:33:03