Bi amadebûna Mesrûr Barzanî li Zaxo xîmê hejmarek projeyan tê danîn

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xîm û berê bingehîn ê çend projeyan li Zaxo tê danîn.

27 Îlon 2022 - 03:56
27 Îlon 2022 - 03:56
 0
Bi amadebûna Mesrûr Barzanî li Zaxo xîmê hejmarek projeyan tê danîn

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Îlona 2022an berê bingehîn ê çend projeyan bi 26.5 milyaran li Îdareya Serbixwe ya Zaxo tê danîn.

Projeyên li Zaxo werin cibicîkirin:

- Çêkirina rêya du şerîdî ango coterêya Îbrahîm Xelîl – Baçîka

- Çêkirina coterêya nahya Derkar

- Çêkirina coterêya Batîfa

- Çêkirina dibistanekî li taxa Erdewan a Zaxoyê

- Çêkirina dibistana gundê Deştmerê

- Nûjenkirina bazara kevin a Zaxoyê

Ev nûçe bi tevahî 496 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:00:05