Mesrûr Barzanî: Tevî hemû astengiyan, Kurdistan di geşebûnê de ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênan û Xanûberan li paytexta Herêma Kurdistanê vekir û tekez kir ku tevî hemû dijwarî û kêşeyên li herêmê, Kurdistan li ser pêşveçûn û geşebûnê berdewam e.

10 Îlon 2026 - 10:39
10 Îlon 2026 - 10:39
 0
Mesrûr Barzanî: Tevî hemû astengiyan, Kurdistan di geşebûnê de ye

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh 9ê Îlona 2026an li ser hejmara xwe ya fermî ya tora civakî ya "X"ê peyamek derbarê vekirina vê pêşangeha mezin a navdewletî li bajarê Hewlêrê de belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Min Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya ji bo Xanûber û Veberhênanê vekir ku tê de 300 kompaniyên navxweyî û navdewletî beşdar bûne."

Mesrûr Barzanî herwiha bal kişand ser berdewamiya proseya avedankirinê li Herêma Kurdistanê û got: "Tevî wan hemû astengiyên ku rûbirûyî navçeyê dibin, Kurdistan li ser geşbûn û pêşketina xwe berdewam e û deriyê wê ji bo pêşwazîkirina li veberhêneran her tim vekirî ye."

 

Ev nûçe bi tevahî 61 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:41:01