Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo bendava Dwînê tê danan

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro berê binyatî ji bo bendava Dwînê li Hewlêrê tê danan.

16 Îlon 2024 - 07:25
16 Îlon 2024 - 07:25
 0
Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo bendava Dwînê tê danan

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro berê binyatî ji bo bendava Dwînê li sinorê parêzgeha Hewlêrê tê danan.

Bendava Dwînê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve tê piştevanîkirin û ji aliyê kompaniya Sênkê ve tê bicihanîn.

Ew bendav dikare 100 milyon metrên sêcarkî yên avê vegire û rûberê çar kîlometrên çargoşeyî bi avê dapoşe, herwesa bilindahiya wê jî 75 metr e.

Bendava Dwînê dibe piştevana zeviyên çandinê yên parêzgeha Hewlêrê û astê ava binerd bilind dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 566 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:58:13