Bi biryara Serokwezîriyê nexweşên talasemiyê dê bê beranber bên dermankirin

Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pişknîn û dermankirin ji nexweşên talasemiyê re bê pere dibe.

19 Avrêl 2023 - 09:41
19 Avrêl 2023 - 09:41
 0
Bi biryara Serokwezîriyê nexweşên talasemiyê dê bê beranber bên dermankirin

Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kir, ji ber berpirsiyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember rewşa tenduristiyê ya nexweşên talasemiyê û berçavgirtina rewşa aborî ya malbatên wan, li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pişknîn û dermankirin ji nexweşên talasemiyê re li hemû nexweşxaneyên hikûmî, navendên dil û tîşkê yên Herêma Kurdistanê bê pere tên kirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan destnîşan kir, ev jî ji bo wê yekê ku hemû nexweşên talasemiyê xizmetên tenduristiyê yên hikûmetê bê pere werbigirin.

Ev nûçe bi tevahî 806 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:09:45