Bi dronan êrişî kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin

Li çend deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê, bi gelek dronan êrişî kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.

21 Gulan 2026 - 10:23
21 Gulan 2026 - 10:23
 0
Bi dronan êrişî kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişên îro de tenê zererên madî çêbûne.

Endama Komîteya Navendî ya Sazimanî Xebata Kurdistana Îranê Efsane Rehimiyê ji ajansa Rûdawê re ragihand:

“Sê caran bi dronan êrişî Kampa Başîkê ya Sazimanî Xebatê hat kirin.”

Rehimiyê li ser dema êrişan diyar kir ku demjimêr 10:10î dest bi êrişan hatiye kirin û kampa wan 3 caran hatiye armancgirtin.

Wê her wiha eşkere kir ku di êrişan de ti zererên canî çênebûne û tenê zererên madî gihîştine kampê.

Êrişa li kampa Cêjnîkanê

Endamekî Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re got:

“Bi dronekê êrişî kampa Cêjnîkanê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin lê ti zererên canî çênebûn.”

Li Silêmaniyê Kampa Zirgwêzeleyê hat armancgirtin

Li parêzgeha Silêmaniyê jî Kampa Zirgwêzeleyê hat armancgirtin ku malbatên Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê lê dimînin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Elî Rencberî ji Rûdawê re ragihand:

“Saet 9:30î bi 2 dronan êrişî Kampa Zirgwêzeleyê hat kirin.

Di êrişê de ti zererên canî çênebûn û tenê zererên madî gihîştin kampê.”

 

Ev nûçe bi tevahî 51 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:45:53