Bi mûşekan êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hat kirin

Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yê li Hewlêrê ragihand ku bi 2 mûşekan êrişî baregehên wan ên li Dola Alanê hatiye kirin.

1 Hezîran 2026 - 10:32
1 Hezîran 2026 - 10:32
 0
Bi mûşekan êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hat kirin

Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yê li Hewlêrê ragihand ku bi 2 mûşekan êrişî baregehên wan ên li Dola Alanê hatiye kirin.

Ev herêm dikeve devera Îdareya Serbixwe ya Soranê ya li parêzgeha Hewlêrê.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê yê li Hewlêrê Emced Husên Penahî ji ajansa Rûdawê re axivî û got:

"Îşev saet 22:40î bi 2 mûşekan êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yên li Dola Alanê hat kirin."

"Di çarçoveya êrişên Îranê de ye"

Emced Husên Penahî bal kişand ser êrişên berê jî û got:

"Ev êriş di çarçoveya êrişên Komara Îslamî ya Îranê de ye ku li dijî baregeh û navendên me didomin."

 

Ev nûçe bi tevahî 48 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:55:50