Biden peyamek derbarê kuştina serkirdeyê DAIŞê de belav kir

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku kuştina Serkirdeyê DAIŞê Mahîr Eqal li gor zanyariyên bi hûrgilî yên îstixbaratê pêk hat.

13 Tîrmeh 2022 - 03:22
13 Tîrmeh 2022 - 03:22
 0
Biden peyamek derbarê kuştina serkirdeyê DAIŞê de belav kir

Joe Biden diyar kir, artêş û îstixbarata Amerîkayê di operasyona dijî Mahîr Eqal de serkeftî bûne.

Biden eşkere kir ku kuştina Eqal li gor zanyariyên bi hûrgilî yên îstixbaratê pêk hat.

Vê êvarê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di êrîşeke esmanî de serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat kuştin.

Berdevkê Fermandarê Fermandariya li Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ji ajansa AFPê re ragihand, Serkirdeyê DAIŞê Mahîr El 'Eqal ku bi navê Ebû Bera tê nasîn, li Sûriyê bi rêya êrîşeke dronê hat kuştin.

Herwiha eşkere kir, Serkirdeyê DAIŞê li nêzîkî navçeya Cindirêsê di dema ajotina motorsîkletê de bi rêya dronê, hat kuştin

Ev nûçe bi tevahî 792 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:30:01